‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 71945  |  بڕوار: ۱۳۹۶/۱/۳۱  |  کاتژمێر: 17 : 20

Li Tehranê civîna sêalî ya li ser mijara Sûryeyê hat lidarxistin

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku civîna sêalî ya li ser mijara Sûryeyê li Tehranê hatiye lidarxistin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, civîna sêalî ya di navbera Îran, Rûsiya û Tirkiyeyê de rojên 18 û 19`ê vê mehê li Tehranê birêve çû û li ser kirîza Sûryeyê, agirbest û gele mijarên din gotûbêj hatin kirin.

Aliyan di civînê de li hev kirin ku berî civîna Astaneyê, ku wê di destpêka gulanê de pêk bê, civîneke din jî li dar bixin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di dawiya civînê de careke din li ser berçavgirtina hemî aliyên kirîza Sûrî, ji hêla leskerîm têkoşîna li hember terorê, siyasî û peydakirina rêçareyan duoat kir.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://www.kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=71945