‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 70530  |  بڕوار: ۱۳۹۵/۱۲/۲۶  |  کاتژمێر: 12 : 8

Rayedrekî Almanyayê: Ez nahêlim Erdoxan were û mitîngan li dar bixe

Serokwezîrê Eyaleta Sachsen-Anhalt a Almanyayê Reiner Haseloff ragihand, ew dê nehêlin Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan li eyaleta wan mîtîngê li dar bixe.

Reiner Haseloff ji rojnameya Bild re axiviye û aşkera kiriye, ku ew dê nehêle Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayip Erdoxan li eyaleta wî mîtîngê pêk bîne.

Haseloff destnîşan kiriye, eger Erdoxan ji bo çereserkirina aloziyê here Almanyayê, ti asteng tine ye û gotiye: “Lê eger siyaseta me bişibîne Almanyaya Naziyê û rabe kampanyaya hilbijartinê li dar bixe, wê gavê ezê nikaribim bêjim bi xêr hatin.”

Piştî eyaleta Saarland, Haseloff jî diyar kir, ku biryara qedexekirina mîtîngan daye, lê ji ber ku li eyaletên Saarland û Sachsen-Anhaltê welatiyên Tirkiyê pir kêm in, mîtîngeke plankirî tine ye.

Wezareta Navxweyî ya Federal aşkera kir, ku ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyê daxwaza mîtîngê bo eyaleta Sachsen-Anhaltê tine ye.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://www.kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=70530