‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 70520  |  بڕوار: ۱۳۹۵/۱۲/۲۶  |  کاتژمێر: 10 : 8

Li 18 gundên Licê qedexeya derketina derve hat rakirin

Hat ragihandin ku li 18 gundên navçeya Licê qedexeya derketina derve hat rakirin.

Walîtiya Amedê di 5`ê adarê de ji bo operasyoneke mezin li 18 gundên navçeya Licê ya Amedê qedexeya derketina derve ragihandibû. Hat ragihandin ku qedexeya derketina derve îro ji berê sibehê pê ve hatiye rakirin.

Li gorî nûçeya DHAyê Walîtiya Amedê piştî 11 rojên operasyona leşkerî, qedexeya derketina derve ya 18 gundên Licê rakir.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=70520