‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy


کۆدی بابه‌ت: 67392  |  بڕوار: ۱۳۹۵/۱۰/۲۱  |  کاتژمێر: 18 : 47

Li Dîlokê pevçûn

Hat ragihandin ku di saet 15:23`an de li ber avahiya ewlekariya Dîlokê dengê çekan hatiye bihîstin û gelek ambulans çûne cihê bûyerê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, di demjimêr 15:23`an pevçûn li ber avahiya ewlekariya Dîlokê derketiye.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, êrîşkarek hatiye kuştin û polîsek birîndar bûye.

​Çavkaniyekê ji Spûtnîkê re ragihand: "Du kesan êrîşî avahiya ewlekariyê kiriye û şer di navbera wan û polîsan de derketiye. Di encama pevçûnê de, êrişkarek hatiye kuştin û polîsek birîndar bûye."

Herwiha CNNTurkê ragihand ku êrîşkarê din reviyaye. Reutersê ragihand ku polîsekî eşkere kiriye ku xwekujekî ku hewl dida têkeve nava avahiya ewlekariya Dîlokê hatiye kuştin. Parlementerê AKPê yê Dîlokê ragihand ku li dijî otomobîleke gumanbar jî operasyonek pêk hatiye.

کۆتایی هه‌واڵ / ‌کوردپرێس‌ :: Kurdpress News Aganecy

لینکی بابه‌ت: http://www.kurdpress.com/NSite/FullStory/?Id=67392