Xezeba Firatê depoyên gênim kontrol kirin

Şervanên Xezeba Firatê depoyên genim ên gundê Hemed Esaf ji çeteyên DAIŞ`ê rizargar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê li rojhilatê bajarê Reqqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbeyên giran  li çeteyan dixin û roj bi roj bi pêşve diçin.

Çeteyên DAIŞ`ê duh êrîşî çeperên şervanan ên di navbera gundê Xes Icêl ku 48 km li başur-rojhilatê Reqqayê dikeve û gundê Hemed Esaf ku 40 km li rojhilatê Reqqayê dikeve, kirin. Şervanên Xezeba  Firatê  bersiva êrîşan dan û li herêmê şerekî giran rû da. Di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û şervan depoyên genim ên gundê Hemed Esaf ji çeteyan rizgar kirin, 5 km bi pêşve çûn û erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan destser kirin.

Ji aliyekî din ve jî operasyona paqijkirina gundê Xes Icêl dewam dike.

Pêşeveçûyîna şervanan ber bi Reqqayê ve dewam dike.

 

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابه‌ت: 70528  |  به‌روار: ۱۳۹۵/۱۲/۲۶  |  کاتژمێر: 12 : 5

FaceBook   Twitter   Delicious   Digg   Buzz   Google Bookmarks   ˜áæÈ  
ناردنی بۆچوون
ناو و شۆره‌ت:
ئیمه‌یل:
بۆچوون:
بۆچوونی نێردراو‬
ئیمکانات