Japonya konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Wezîrê derve yê Japonyayê di hevdîtina bi Barzanî re ragihand, Japonya dê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li wezîrê derve yê Japonya Kîntaro Sunora û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, wezîrê derve yê Japonya da zanîn ku Japonya dixwaze têkiliyên xwe û Herêma Kurdistanê xurt û berfirehtir bike, di wê çarçoveyê de Japonya dixwaze konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Wî rayedarê Japonya da zanîn ku konsulxaneya Japonya dê îro were vekirin û dîplomatê bi navê Katsomî Moriyaso jî wek yekemîn konsulê Japonya li Hewlêrê hatiye destnîşankirin.

کۆدی بابه‌ت: 67444  |  به‌روار: ۱۳۹۵/۱۰/۲۲  |  کاتژمێر: 21 : 3

FaceBook   Twitter   Delicious   Digg   Buzz   Google Bookmarks   ˜áæÈ  
ناردنی بۆچوون
ناو و شۆره‌ت:
ئیمه‌یل:
بۆچوون:
بۆچوونی نێردراو‬
هه‌واڵی پێوه ندیدار
دوایین هه‌واڵه‌کان
ئیمکانات