کد خبر :71947
Li Nîjeryayê 745 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên Navenda Kontrola Tenduristiyê ya Nijeryayê ji ber şewba menenjitê heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya navendê nexweşiya menenjite ya li bakurê welêt heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de tê gotin: "Heta 17`ê nîsanê 8 hezar û 57 kesan ji ber menenjite serî li nexweşxaneyan dane û 745 kesan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye."

Ji aliyê din ve Wezîrê Tenduristiyê Isaac Adewole ji ber şewba ku ji 36 parêzgehan li 26ê wê belav bûye banga civîneke lezgîn kir.

Tê gotin ku ji bo rawestandina şewbê pêdivî bi milyonek dolar pereyan heye.

 

Koda kurmanciyê: 70101