کد خبر :70525
Li Kerkûkê zimanê kurdî dibe fermî û ala Kurdistanê jî wê were hilgirtin

Li saziyên fermî yên bajarê Kerkûkê zimanê kurdî jî wê êdî weke fermî were bikaranîn û her wiha li wan saziyan ala Kurdistanê jî wê were hilgirtin. Hat gotin ku her saziya ku vê biryarê bi cih neyine wê were sizakirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, di 14`ê adarê de li ser navê Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm daxuyaniyeke niviskî ya fermî hat weşandin û di wê daxuyaniyê de hat gotin: "Biryar hat dayîn ku li hemî saziyên fermî zimanê Erebî û Kurdî wê were bikaranîn ku ev jî li gorî destûra Iraqê pêkan e."

Di daxuyaniyeke duyemîn a heman rojê de jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê û ji ber ku Kerkûk herêma di nava benda 140`î a destûra Iraqê de ye, ji Encûmena Parêzgahê hat xwestin ku li hem` saziyên fermî li tenişta ala Iraqê ala Kurdistanê jî were hilgirtin.

 

Koda kurmanciyê: 70101