کد خبر :67434
Çardêran bû sartirîn bajarê welêt

Bajarê Çardêranê bi germahiya 18 pileyan di bin sifrê de, bû bajarê herî sar ê Îranê.

Li gor rapora nûçegîhanê Kurdpress`ê, Saziya Keş û Hewayê ya Parêzgeha Ûrmiyeyê îro çarşemiyê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de bajarê Çardêranê bi 18 pileyan di bin sifrê de, bû bajarê herî sar ê welêt.